Gardiyanan li Kalkandereyê jî radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin 2019-05-24 13:46:34 AMED - Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê gardiyanan bi ser kagûşên çalakgerên di greva birçîbûnê de girtin û radyoyên ku berê dabûn wan hemû desteser kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, beriya 6 mehan bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û beşdariya bi hezaran girtiyên siyasî hatibû destpêkirin, didome. Zext û pêkutiyên rêveberiyên girtîgehan ên li dijî çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê jî bê navber didomin.    Çalakgerê greva birçîbûnê Weysî Esen ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê di greva birçîbûnê de ye, bi malbata xwe re hevdîtina bi telefonê kir û têkildarî helwesta rêveberiya gişrtîgeyê ya li hemberî çalakiya wan agahî da. Esen bi rêya malbata xwe ragihand ku gardiyanan di saetên şevê de bi ser kogûşên wan de girtine û hemû radyoyên ku beriya niha rêveberiya girtîgehê daye wan, desteser kirine.    Esen têkildarî rewşa tenduristiya hevalên xwe yên çalakger jî agahî da û diyar kir ku rewşa hin hevalên wan gelekî xerab bûye û xwîn vedireşin û wiha got: "Li gel vê yekê jî çi dibe bila bibe, heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nabe dê çalakiya me bidome."