HDP'ê ji Meclisê xwest Xalfetiyê lêkolîn bike 2019-05-24 12:34:05   RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmûş derbarê îşkenceyên Xalfetiyê, ji Meclisê xwest lêkolîn bike.   Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmûş îşkenceya ku ji aliyê polisan ve li welatiyên piştî şer û pevçûna li Xalfetiyê hatibûn binçavkirin, hatibû kirin, bir rojeve Meclisê. Erdogmûş bi pêşniyaza ku da Serokatiya Meclisê daxwaz kir ku Meclis îşkenceya li welatiyên binçavkirî hatiye kirin, lêkolîn bike.    Erdogmûş di pêşniyaza xwe de bal dikeşîne ser îşkenceya li welatiyan hatiye kirin û ev tişt tîne ziman: "Fahrî Alakûş û hevjîna wî Hanim Alakûş dema ku li taxa Dêrto ya şer û pevçûn lê pêk hatibû, tên binçavkirin, îşkenceyeke giran li wan tê kirin. Ji ber vê yekê birîndar bdibin û radikin nexweşxaneyê. Di berdewama pêşniyazê de Erdogmûş cih dide daxuyaniyên Baroya Rihayê yên têkildarî îşkenceyê û  ji bo ronîkirina bûyerên îşkenceyê û peywirdarên cemariyê yên îşkence kirine hesab bidin, di çarçoveya xala 98'emîn a Makeqanûnê û xalên 14 û 15'emîn ên tuzuka navxweyî ya Meclisê de daxwaz kiriye ku Meclis îşkenceya hatiye kirin, lêkolîn bike.