Ji Wezîrê Dadê Gul daxuyaniya Îmraliyê 2019-05-24 10:57:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, pirsên rojnamegeran a hevdîtina Rêberê PKK'ê Ocalan wê bi rêk û pêk bên kirin ya na? bersivand û wiha got: "Têkildarî vê yekê meqamên eleqeder rewşa girtîgehan, hiqûq û mevzuat çawa pêwist bibîne wê wisa pêk bê.    Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, şevê din beşdarî xwarina fitaran a Muzeya Girtîgehan a Ulucanlar a Enqereyê ya ku Komeleya Weşangerên Anadolu amade kiribû, bû. Gul, di xwarina fitaran de pirsên rojnamegeran bersivand. Gul, pirsa rojnamegeran bersivand. Gul, pirsa hevdîtina Rêberê PKK'ê Ocalan wê bi rêk û pêk bên kirin ya na? bersivand û wiha got: "Têkildarî vê yekê meqamên eleqeder rewşa girtîgehan, hiqûq û mevzuat çawa pêwist bibîne wê wisa pêk bê. Ev pêwendiya wê ya bi pêvajoya çareseriye re tune ye. Mirov nikare pêje pêvoya çareseriyê tê destpêkirin. Ez ne şaş bim di meha Çile de bû malbate hevdîtin kiribû. Demek dirêj e nikarîbû hevdîtin kiribûya. Astengiya dadgehê hebû. Piştî îtîrazê Dadgeha Cezayên Giran biryar rakir. Di vê mijarê de astengiya hiqûqî ji holê rabu. Ev hevdîtin di çarçoveya rakirina hiqûqî de pêk tê. Ev hevdîtin di çarçoveya ku dadgehê biryar daye de pêk tê."