Platforma Zimanê Kurdî panale ol û ziman li dar dixe 2019-05-24 10:56:37   AMED - Platforma Zimanê Kurdî wê 25'ê Gulanê li ser pirsa ziman, bi mijara ol û ziman li Amedê panalekê li dar bixe.    Paltforma Zimanê Kurdî ku di dawiya sala 2018'an de li ser lihevkirina sazî û dezgeg û partiyên siyasî yên kurd hatibû avakirin, li ser pirsa ziman dest bi rêze panel, konferans û sempozyûman dike. Di vê çarçveyê de dê di 25'ê Gulanê de panela xwe ya destpêkê li ser ol û ziman li dar bixe. Platform wê sibê saet di 15.00'an de li ÇandAmedê (Kongre Mezkezî) ya Amedê panelê li dar bixe. Di panelê de li ser mafê ziman ê li gorî ola îslamê bê rawestandin.  Panela ku dê bi moderatoriya Berdevkê Paltforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bê birevebirin, Endamê Tevgera Azadî Seyda Ayetulah Aşîtî, Nivîskar Sedat Dogan û Endamê Kongereya Îslama Demokratîk (KÎD) Seyda Mihemedê Zoxbîrî jî wek panelîst beşdar bibin.