Ciwanan li Edeneyê çalakiya dengderxistin li dar xistin 2019-05-24 10:18:17 EDENE - Li Edeneyê komeke cîwan li hev kom bûn û ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakiya dengderxistinê li dar xistin.    Komek endamên Meclisa Cîwanan a Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, li taxa Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê li hev kom bûn û ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, çalakiya dengderxistinê li dar xistin.  Cîwanên ku demeke dirêj li nav taxê geriyan timik dûrîşmeyên mîna "Leyla Guven rûmeta me ye" , Bê Serok jiyan nabe" , "Gelê kurd ranezê û li berxwedana xwe xwedî derkeve" û "Bijî berwedana zindanan" bewr kirin.