Surme yê di greva birçîbûnê de: Dayik şoreşgerên demê ne 2019-05-24 09:48:45   AMED - Ahmet Surme yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, ji 26’ê Kanûna 2018’an û vir ve di greva birçîbûnê de ye, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û got: "Heta tecrîd ranebe, cenazeyê me jî ji girtîgehan derbikeve, emê çalakiya xwe dewam bikin."   Girtî Ahmet Surme yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê ji 26’ê Kanûna 2018’an û vir ve ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe di greva birçîbûnê de ye, di 23’yê Gulanê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Surme li ser telefonê derbarê rewşa xwe de agahî dan malbatê û got, ji ber ku demekî dirêje di greva birçîbûnê deye, zehmetiyan dikişînin.    'EM TIŞTEKÊ JI BO XWE NAXWAZIN'   Surme yê di serî de bi bavê xwe re axivî, dest pê kê çûna çalakiyê ya dayika xwe pirs kir. Surme, bal kişand ser girîngiya çalakiya dayikan û wiha axivî: "Bila dayika min di çalakiyê de li paş nesikine û bila peşiya çalakiyê bi sekine. Hevdîtinên bi Serokatî re tên kirin me kêfxweş dikin. Ji xwe daxwaza me ya sereke ewe ku tecrîda li ser Serokatî bişkê û rabe. Em dixwazin bi malbata xwe re hevdîtin bike, bi telefonê biaxive, parêzer û heyetên siyasî biçin hevdîtinê. Ango têkiliyên bi Serokatî re bila qut nebin, dengê wî qût nebe û heta gel azad dibe. Ji xwe em ji bo xwe tiştekê naxwazin, heta tecrîd ranebe, cenazên me jî derkevin em dest ji çalakiya xwe bernadin."    Surme, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya dayikan jî û ev peyam da: "Dayik pêşengiya vê pevajoyê dikin. Ji ber vê yekê çalakiyên dayikan pir bi wate ne. Şoreşgerên deme ewin.”