Doza rojnameger Nedim Turfent dest pê kir 2017-11-17 12:07:28 COLEMÊRG - 4'emîn rûniştina doza Rojnameger û Nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent ê 18 mehin girti ye dest pê kir.  4'emîn rûniştina doza rojnameger û nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent ê 18 mehin girtî tê darizandin û der barê wî de heta 22 sal û 6 meh ceza tê xwestin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê dest pê kir. Turfent, di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û girtin. 18 mehin girtî tê darizandin. Rûniştina doza wî li Colemêrgê dest pê kir. Parêzer Bariş Oflas û Rojnameger Turfent ji Wanê bi SEGBÎS’ê tev li rûniştina dozê bûn. Parêzera din a Turfend Harika Karataş û rojnamegerên din jî li salona dadgehê amade bûn. Piştî heyet amade bû rûniştina dozê dest pê kir.    ŞAHIDÊN ÎFADE DABÛN YEK BI YEK ÎFADEYÊN XWE PAŞVE KIŞANDIN   Rojnameger Turfent ku bi îdîaya “Endamtiyarêxistinê" û “Propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin, ji ber nûçeyên xwe yên li Geverê çêkirine û parvekirinên medya civakî te darizandin. 24 şahidên ku der barê Turfent de îfade dabûn jê 13 kesan îfadeyên xwe paşve kişandin û diyar kiribûn ku wan di bin îşkenceyê de îfade dabû. Ji 11 şahidên din ku yek jê şahidê nepen e jî, 4’ê wan di rûniştina borî de îfadeyên xwe paşve kişandibûn.