Bi hinceta 'pêwendiya xwe bi rêxistinê re nebiriye' nehat berdan 2019-05-24 09:11:11 ÊLIH - Çekdar Yurek ku di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Tekirdagê de ye, diviya vê bihata berdan lê belê dadgehê dîtina îdareya girtîgehê ya "têkiluya xwe ya bi rêxistinê qut nekiriye" esas girt û ew berneda.  Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Tekirdagê, ji ber cezayê dîsîplînê Çekdar Yurek nehat berdan. Yurek, di sala 2011'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "bêyî destûr peydakirina madeyên talûke" hat girtin û 10 sal ceza lê hatibû birîn. Lê belê diviya di 22'yê Nîsana 2019'an de bişert bihata berdan, lê nehat berdan.    Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê bi îdiaya "Protestokirina tiştekî an jî li dijî îdareyê tevlêbûna berxwedaneke giştî" di 19'ê Mijdara 2018'an de 2 meh cezayê "pêwendîdayînê" li Yurek birîbû. Piştî vî cezayî Yurek ji bo bi awayê şertê bê berdan serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Tekirdagê da. Lê belê dadgehê dîtina îdareya girtîgehê ya "Eger bê berdan jî wê di nav fealiyetên rêxistinê de cih bigire, ji ber sûcê kiriye nepoşman e û ji bo civakê talûke ye" esas girt û berdana wî ya bişertî taloqî 2'yê Gulanê kir.    WÊ ROJÊ DAYIKA WÎ ÇÛ TEKIRDAGÊ    Bavê wî Alî Yurek bertek nîşanî biryara dadgehê da û diyar kir ku roja diviya bê berdan iya wî Aynilmet Yurek bi wî halê xwe yê nexweş ji Êlihê çûye Tekirdagê û got: "Nexweş bû jî çû girtîgehê. Lê belê nehat berdan. Bi rêya parêzeran dayika wî ew dît. Diya wî bi wê extiyarbûn û nexweşbûna xwe bi rojan bi dadgeh, dozger û parêzeran r ehevdîtin çêkir. Lê belê ji ber meha Remezanê bû mecbûr ma vegere Êlihê. Vê carê îjar ez çûm. Min hevdîtin bi îdareya girtîgehê re çêkir. Ji bo kurê min dibêje, belkî ji bo civakê talûke be."    Bav Yurek, dîtina "poşmaniyê" ya îdareya girtîgehê rexne kir û got: "Eger kurê min poşman bûna roja hat girtin yanî wexta di 16 saliya xwe de hat girtin wê bigota. Di navberê de ev qas sal derbas bûne hîn jî dibêjin poşmanî. Bi ser de hin tiştên din jî dibêjin. Ma hiqûq bi vî awayî ye?"    Bav Yurek, destnîşan kir ku piştî van pêkanînan hevjîna wê qeyran derbas kiriye û got: "Mesela rayedarên bilind ên hîzbullahê ji girtîgehê hatin derxistin. Cezayên giran li evan kesan hatibûn birîn. Çima ev ji bo civakê ne cihê talûkeyê ne, lê wê kurê min talûke be? Ji bo wan hiqûq heye, lê ji bo me bia wayekî din e. Ev çi hiqûq e?"