ZMO: Îsal berê genim ji sedî 10-15 kêm e 2019-05-24 09:10:34 EDENE – Îsal berê genim 10-15 ji sedî kêm bû. Endamê Desteya Rêvebir a Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Edeneyê (ZMO) Erol Salman, anî ziman ku îsal ji ber berê genim kêm e fiyetê genim heqê lêçûnan dernaxe û ji ber vê cotkar ji çandiniyê dûr dikevin.  Îsal li Tirkiyeyê bariya berdariya tene kêm bû. Li Edeneyê jî îsal berê genim 10-15 ji sedî kêm bûye. Endamê Desteya Rêvebir a Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Edeneyê (ZMO) Erol Salman, diyar kir ku li bajêr îsal berdarî pir kêm e. Salman, anî ziman ku li bajêr çinîn hîn jî didome, lê belê îsal rekolte kêm bûye û 0-15 ji sedî berdarî kêm bûye. Salman, destnîşan kir ku ev yek ji ber barana zêde wisa bûye û bûye sedem ku tesîreke neyînî li fiyetên genim bike. Salmana, got îsal fiyetê genim heqê lêçûnan dernaxe. Salman, da zanîn ku lêçûna dekarek genim çi avî û çi bejî, 105 lîre ye lê belê berdariya serê dekarejê jî 270 kîlo ye. Salman got: "Li gor evan daneyan lêçûna serê kîloyekê 1,5 ton e, ton jî bi hezar û 500 lîreyî ye. Serokomar dibêje 29 ji sedî zêde bûye. Lê wexta mirov 20 ji sedî kara hilberîner lê zêde bike ev serê tonê dike hezar û 800 lîre. Lê belê fiyetê hatiye diyarkirin di biniya lêçûnan de ye."    ‘ÇANDINA GENIM KÊM DIBE'    Salman, diyar kir ku ji ber ferqa di navbera lêçûna ber û kirîna ber de, her diçe çandina genim kêm dibe. Li gorî daneyên Salman parve kirin rewş ev e: "Di sala 2017'an de 76.7 milyon dekar genim hatiye çandin û 21.5 milyon ton genim hatiye çinîn. Di sala 2018'an de çandina genim daketiye 73 milyon dekarî û genimê hatiye çinîn jî daketiye 20 milyon tonî. Di sala 2019'an de jî 70.5 milyon dekar hatiye çandin û em li bendê ne ku 19.3 milyon ton genim bê çinîn. Ceh jî; di sala 2017'an de 24 milyon dekar hatiye çandin û 7.1 milyon ton hatiye çinîn. Di sala 2018'an de 26 milyon dekar hatiye çandin û 7 milyon hatiye çinîn û di sala 2019'an de jî 27 milyon dekar hatiye çandin û em li bendê benda 7.3 milyon ton ceh in."    'COTKAR JI ÇANDINIYÊ DÛR DIKEVIN'    Salman, bilêv kir ku ji xeynî barana zêde ji ber zêdebûna derman, gubre û mazotê û zêdebûna maliyetê berdarî kêm dibe û got: "Mixabin ji ber vê rewşê cotkarên me ji çandiniyê dûr dikevin. Ji bo karên nû koçî bajarên din dikin. Li bajaran li pêşeroja xwe digerin. Di warê genim de em welatekî ku têra xwe nakin. Her biçe wê îthalat zêde bibe. Bi vê polîtîkayê wê pêgirtîbûba me ya bi welatên din dewam bike."    MA / Hamdullah Kesen