Şaredarê ku YSK'ê ew tayîn kir kesên nêzî xwe li şaredariyê bi cih dike 2019-05-24 09:09:50 AMED - Hat gotin, Şaredarê Navçeya Rezanê Huseyîn Beyoglû ku YSK'ê ew tayîn kir, 140 kesên ku qeyûmê Şaredariya Sûrê ew bi awayekî nelirê girtibûn kar jî di nav de 180 kesên nêzî AKP'ê li şaredariyê bi cih kiriye.    Di hilbijartina 31'ê Adarê de namzetê HDP'ê Zeyat Ceylan 71 ji sedî deng girtibûn û bibû Şaredarê Şaredariya Rezanê. Lê ji ber Ceylan berê bi KHK'ê mamostetiya wî hatibû betalkirin YSK'ê mazbata neda wî û dabû namzetê AKP'ê Huseyîn Beyoglû. Beyoglû, piştî mazbata girt ewilî birayê xwe Haşîm Mertoglû wekî cîgirê xwe li şaredariyê bi cih kiribû û paşê bi ji bo wesayîteke meqamê ya bi 5 milyon û nîvan bikire tev geriya.    Lê vê carê jî hat diyarkirin ku Beyoglû dest bi girtina personelan kiriye. Di 21'ê Gulanê de hat ragihandin ku wê 180 kes bên girtin. Ji bo girtina 180 kesî jî di 22'yê Gulanê de mulakat dest pê kirin û wê 5 rojan bidome. Di Komîsyona Mulakatê de jî Serokê AKP'ê yê Amedê yê berê û niha endamê meclîsa şaredariyê û cîgirê şaredar Muhammed Akar û Midûrê Xizmetên Destekê Îbrahîm Îçgîl hene.    Li devera ku mulakat lê tê kirin jî tim serokên AKP'î yên navçeyan û serokên baskên ciwana yên AKP'î digerin û wesayîta Dibistana Mektebîm ku yek ji hevkarên vê dibistanê jî Haşîm Mertoglû ye, tim li wir e. Tişt abalê dikişîne jî kesên serî lê didin piranî paşnavê wan Mertoglû, Beyoglû û Yalar in.    Hat derpêşkirin ku Beyoglû 180 kes girtine û mulakata tê kirin jî sirf ji bo usûlê tê kirin. Tê gotin kesên li şaredariyê tên bicihkirin jî 146 kes jê kesên ku qeyûmê Şaredariya Sûrê ew bi awayek nelirê li şaredariyê bi cih kiribûn pêk tên.