Li 13 parêzerên xwestin balê bikişînin ser grevên birçîbûnê lêpirsîneke din 2019-05-24 09:09:14 MÊRSÎN - Der barê 13 parêzerên OHD'î de ku li ber Edliyeya Mêrsînê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar xistin lêpirsîneke nû hat destpêkirin. Ji parêzeran Hoşyar Sariyildiz, diyar kir ku dozgerî "peywira xwe bi xirabî" kiriye.  Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê li ber Edliyeya Mêrsînê di 30'yê Nîsanê de çalakiya rûniştinê li dar xistibûn. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê cara dudoyan der barê 13 parêzerên OHD'î de lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê di 9'ê Gulanê jî der barê 13 parêzeran de lêpirsîn dabû destpêkirin.    Dozgeriyê bi îdiaya "Muxalefeta li hemberî qanûna civîn û xwepêşandana" û "Astengkirina fealiyetên saziyên cemaweriyê   saziyên pîşeyî yên di wesfê saziyên cemaweriyê de" lêpirsîn da destpêkirin.    Dozgeriyê der barê parêzer Hoşyar Sariyildiz, Mehmet Altuntaş, Mehdi Zana Akkaya, Selçuk Binici, Halil Gungor, Riza Oguz, Bedri Kuran, İbrahim Kaya, Nalan Ateş Altuntaş, Ozgur Çaglar, Abulcelil Akin, Abdurrahman İlgin û Burhan Kaya de lêpirsîn dabû destpêkirin.   Parêzer Hoşyar Sariyildiz, diyar kir ku wan di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ji bo mirov nemirin divê hikûmet der barê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê de bi hesas tev bigere. Sariyildiz, destnîşan kir ku lê belê der barê wan de bi awayekê bêhiqûqî lêpirsîn hatiye destpêkirin û îdiayên di lêpirsînê de bêbinî ne. Sariyildiz, bilêv kir ku çalakiya wan çalakiyeke aştiyane ye.    Sariyildiz, anî ziman ku şêweya ku dozgeriyê di dosyeya lêpirsînê de daye destpêkirin ne hiqûqî ye û şêweya hatiye bikaranîn sirf ji bo nav bi ser me bê xistin. Sariyildiz, diyar kir ku muzakereya ku dozgeriyê nivîsandiye li dijî rûmeta pîşeya parêzertiyê ye û ji ber dozgeriyê "peywira xwe bi xirabî" bi kar aniye ew ê giliyê dozgeriyê bikin. Sariyildiz, got: "Pêkanînên kêfî û astengiyên merciyên cemaweriyê bi kêrî tiştekî nayê, tenê zirarê didin rûmeta mirocahiyê. A ku divê dewlet bike ew e ku binpêkirinên mafan asteng bike û tu windahî pêk neyên. Em parêzerên OHD'î j lêpirsînên bi vî rengî natirsin û ji bo binpêkirinên mafan pêk neyên û kes nemire heta ji me bê em ê bixebitin."    MA / Ergin Çaglar