Hasass ê greva xwe li malê didomîne: Divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere 2019-05-24 09:08:39 STENBOL - Vedat Hasass ku li Girtîgeha Sîlîvriyê di 16'ê Çileyê de ket greva birçîbûnê, piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didoomîne, diyar kir ku çalakiya dayikan ji bo girtîgehan cihê moralê ye û got: "Divê gelê me piştgiriyê bide berxwedana birûmet a dayikên me. Divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere."    Vedat Hasass ku di 16'ê Gulanê de ji Girtîgeha Jimare 5'an a Silîvriyê derket, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne. Hasass, li girtîgehê di 16'ê Gulanê de ketibû greva birçîbûnê.    ‘TU WIJDAN QEBÛL NAKE'    Hasass anî ziman ku dawî çi dibe bila bibe, bedêl çi dibe bila bibe ew amade ye û got: "Girtî, barê dikeve ser milê wan hildigirin. Wexta em hatin berdan, ew hemêzkirina hevalan bêrîkirina wan a ji bo derve dida der. Zilm û îşkenceya li dayikan tê kirin, ên li hundur diêşîne. Nexasim jî divê ciwan bibin dengê dayikan. Dayik li ber xwe didin, divê em temaşe nekin. Tu wijdan vê yekê qebûl nake. Ez niha li vira rûniştîme, lê dayik li kuçe û kolanan û li ber girtîgehan têdikoşin, li ber xwe didin."    ‘DAYIK JI BO GIRTÎGEHAN CIHÊ MORALÊ NE'    Hasass, gotina Ocalan a "Ciwan, hêza herî xurt  û dînamîk a gelê kurd in" bi bîr xist û got: "Lê niha hêza dînamîk dayik in. Dayik pşengiyê dikin. Dayik ji bo girtîgehancihê moralê ne."    Her wiha Hasass bal kişand ser zext û zoriyên li girtîgehan jî û got: "Berê di bin navê 'lêgerînê' de du mehan carekê davêtin ser qawîşan. Lê niha her hefte davêjin. Tên odeyan, ranzeyan, dolaban û mitbaxê serobino dikin. Tiştên avî yên em di grevê de vedixwin ji dolabê derdixin  û bela dikin. Çi bikeve ber wan belawela dikin. Tiştên difiroşin me jî di dema avêtina ser qawîşan de digirin. Dest datînin ser radyoyên me. Dibêjin 'hûn nikarin radyo guhdar bikin, qedexe ye.' Rojnameyan jî nadin."    'EM Ê BIGIHÊN ARMANCA XWE'    Hasass, anî ziman ku ji bo bidawîbûna tecrîdê ew li benda temînatekê ne û got: "Heta temînetek neyê dayîn em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em bi vîna xwe ketin vê çalakiyê. Ji bo ev bidome çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê bigihêjin armanca xwe. Tenê em dixwazin li gor qanûnên xwe tev bigerin."    'LI MALÊ XWARIN NAYÊ PIJANDIN'    Hasass, bal kişand ser çalakiya xwe ya li malê jî û got: "Heval û hogir tên. Bibiryar im. Ji roja hatime berdan heta niha li malê xwarin nayê çêkirin. Her çend naxwazin di çalakiyê de bim jî, lê rêz û hurmeta wan ji bo çalakiyê heye."    'DEM DEMA ÇALAKIYÊ YE'    Hasass, anî ziman ku êdî dema axaftinê qediyaye dem dema çalakiyê ye û got: "Divê gelê me xwedî li berxwedana birûmet a dayikand erkeve. Destekê bide vê berxwednê. Divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere. Dayik ev bar hilgirtin. Em bi îşkence û tahdeya li dayikan tê kirin, diêşin. Divê ciwan bibin bersiva vê pêvajoyê. Çima gelm bêdeng in? Ên dîrok, çanda devkî û dengbêjî ji me re vegotin dayikên me ne. Eger em nikaribin xwedî li wan derkevin, nexwe tu maneya axaftinê jî nemaye. Êdî ne wextê axaftinê wextê çalakiyê ye."