Qeyûm 33 milyon TL ji bo avê xerc kir, lê av tune 2019-05-24 09:07:00 COLEMÊRG – Li Colemêrgê di serdema qeyûm de hat gotin "wê li Colemêrgê 24 saetan av biherike" û ji bo xeta ava vexwarinê 33 milyon lîre pere hatibû xerckirin. Lê belê li Colemêrgê hîn jî av naherike. Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, anî ziman ku berî proje bê qedandin heqê wê hatiye dayîn û niha av di ser xeta berê re diherike.    Qeyûm li Colemêrgê "Projeya Xeta Ava Vexwarinê ya Colemêrgê" amade kiribû.  Qeyûm ji bo projeyê ji Banka Îllerç 28 milyon û 487 hezar û 777 lîre pere stendibû û paşê 5 milyon û 294 hezar û 981 lîre lê zêde kiribû û bi giştî 33 milyon û 782 hezar û 758 lîre pere stendibû û gotibû "wê li Colemêrgê 24 saetan av biherike." Lê belê hîn jî ava bajêr naherike.   Fîrmaya proje pêk anî, ji şaredariyê re got proje temam bûye. Lê belê hîn jî ava paqij nayê bajêr. Li hin taxan ava biherî ji kaniyan tê û li hin taxan jî av qet tune ye. Piştî di xeta ji zozanên Berçelan û Golanê de pirsgirêk derketin, Şaredariya Colemêrgê mecbûr ma avê di ser xeta berê re bîne.    BERÎ PROJE BIQEDE HEQÊ WÊ HAT DAYÎN    Hevşaredarê Şaredariya Colemêrgê Cîhan Karaman, diyar kir ku bi milyonan pere hatiye xerckirin lê belê xet naxebite. Karaman, anî ziman ku 90 ji sedî heqê fîrmaya proje çêkiriye hatiye dayîn. Karaman, bilêv kir ku fîrmayê gotiye proje temam bûye, lê belê 40 ji sedî yê projeyê hîn nehatiye çêkirin û got: "Ji ber ev xet li gor projeyê nehatine çêkirin em ê qebûl nekin. Em dixwazin heyeteke serbixwe bê û lêkolînê bike. Em wek şaredarî em ê vî karî teslîm negirin. Hema bêje tu tişt li gor projeyê nehatiye çêkirin."    Karaman, diyar kir ku xetên avê yên hatine kişandin bi kêrî tiştekî nayên û got: "Me xetên nû betal kirin û em hewl didin di ser ên kevin re avê berdin. Em kêmasiyên xetên xwe yên berê temam dikin û hewl didin avê berdin. Em wek şaredarî em ê tu tiştê vê projeya nû dewr negirin û em ê serî li rêyên hiqûqî bidin."