Parêzerê Ocalan Koklu: Divê CPT encamên serdanê aşkere bike 2019-05-24 09:06:22 STENBOL - Yek ji parêzerên Ocalan parêzer Serbay Koklu, serdana CPT'yê ya piştî 3 salan a ji bo Îmraliyê nirxand. Koklu, bilêv kir ku CPT, encamên serdana xwe ya 2016'an di 2018'an de aşkere kiriye û got: "Divê CPT, encamên vê serdana xwe li gor hiqûqê zû parve bike."  Komîteya Rêgirtina Li Ber Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), di 6-17'ê Gulana 2019'an de hat Tirkiyeyê. CPT, çû Girtîgeha Îmraliyê jî. Herî dawî CPT di sala 2016'an de çûbû Îmraliyê û encamêns erdana xwe di sala 2018'an de aşkere kiribû.    'DERENG BE JÎ JI BO ME GIRÎNG E'    Yek ji parêzerên Ocalan Serbay Koklu, bilêv kir ku CPT piştî 3 salan cara ewil diçe Îmraliyê û got: "Serdana berê di Nîsana 2016'an de pêk hatibû. Piştî vê li Tirkiyeyê di warê hiqûqî de gelek tişt guherîn. Hema bêje ev guherîn hemû guherînên negatîf bûn. Di 20'ê Tîrmeha 2016'an de Rewşa Awarte hat îlankirin. Pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê li gor rejîma siyasal a awarte ji nû ve hat avakirin. Di vê çarçoveyê de li Îmraliyê gelek binpêkirinên mafan pêk hatin û gelek pirsgirêk rû dan. Ji evan pirsgirêkan yek jê pêwendiya Ocalan bi temamî bi derve re hat qutkirin. Piştî vê dîrokê tenê 3 caran hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk hatin. Du jê hevdîtinên parêzeran û yek jê jî ya malbatê. Ev her sê jî ji ber grevên birçîbûnê û berteka raya giştî pêk hatin. Lê ev hevdîtin dereng pêk hatibin jî ji bo me girîng in."    Koklu, bilêv kir ku ji bo sala 2019'an de bernameyeke CPT'yê ya ji bo Tirkiyeyê tune bûye û got: "Lê belê rewşee fiîlî derket holê û Îmraliyê daxilî nav bernameya xwe ya serdanê kirin. Ev ji ber bertekên raya giştî û gelê kurd pêk hat. CPT'yê encam û çavdêriyên xwe yên serdana 2016'an parve kirin."    BANDORA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ   Koklu, destnîşan kir ku piştî sala 2015'an dudo yên parêzeran û dudo jî yên malbatê 4 hevdîtin çêbûne û got: "A ewilî di 11'ê Îlonê de pêk hat. Grevên birçîbûnê yên wê çaxê rê li ber vê vekirin. Serdana dudoyan jî di 12'ê Çileya 2019'an de pêk hat. Ev jî ji ber grevên birçîbûnê pêk hat. Paşê du 2'yê Gulanê de hevdîtinek pêk hat û herî dawî jî di 22'yê Gulanê de hevdîtinek pêk hat. Her 4 hevdîtin jî ji ber bertekên raya giştî yên li dijî tecrîda li îmraliyê pêk hatin. CPT jî nikaribû di vî warî de xwe li guhnedêriyê deyne û di sala 2019'an de her çend bernameyeke wê ya serdanê tune be jî ji ber bertekên raya giştî serdana Îmraliyê kir."    'DIVÊ ENCAMÊN SERDANÊ ZÛ BÊN PARVEKIRIN'    Koklu, bi bîr xist ku CPT, encam û çavdêriyên xwe yên serdana 2016'an di sala 2018'an de parve kirine û got: "CPT, encamên serdana xwe ya sala 2016'an di 20'ê Adara 2018'an de parve kirin û xwestin tiştek wisa li raya giştî peyda bikin; 'Belê, CPT Îmraliyê raçav kir. Li Îmraliyê jiyaneke asayî heye. Hiqûqek hatiye avakirin û hevdîtina Birêz Ocalan a bi muwekîlên me yên din re didome û dikare pêwendiyê bi derve re deyne.' Di pêvajoyeke wisa xedar û her diçû tecrîd kûrtir dibû de CPT encamên serdana xwe pir dereng parve kir û ev bû cihê pirsgirêkeke cidî. Lê belê divê di vê hevdîtina xwe de vê şaşiya xwe careke din dubare neke. Divê CPT, encam û raçavkirinên xwe yên vê serdanê li gor hiqûqê bi awayekî lez û bez aşkere bike da pirsgirêkên cara din rû nedin."    MA / Yasin Kobulan