ROJEVA 24'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-24 09:00:24 * Yek ji parêzerên Ocalan parêzer Serbay Koklu, serdana CPT'yê ya piştî 3 salan a ji bo Îmraliyê nirxand. Koklu, bilêv kir ku CPT, encamên serdana xwe ya 2016'an di 2018'an de aşkere kiriye û got: "Divê CPT, encamên vê serdana xwe li gor hiqûqê zû parve bike."  * Li Colemêrgê di serdema qeyûm de hat gotin "wê li Colemêrgê 24 saetan av biherike" û ji bo xeta ava vexwarinê 33 milyon lîre pere hatibû xerckirin. Lê belê li Colemêrgê hîn jî av naherike. Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, anî ziman ku berî proje bê qedandin heqê wê hatiye dayîn û niha av di ser xeta berê re diherike.    * Li Wanê keyayên taxa Suphan û Şabaniyeyê ji peywirê hatin girtin. Keyayan, destnîşan kir ku vîna gel hatiye xespkirin û gotin: "Eger hîmê demokrasiyê bê leqandin wê avahî hilweşe."    * Vedat Hasass ku li Girtîgeha Sîlîvriyê di 16'ê Çileyê de ket greva birçîbûnê, piştî hat berdan çalakiya xwe li malêd idomîne, diyar kir ku çalakiya dayikan ji bo girtîgehan cihê moralê ye û got: "Divê gelê me piştgiriyê bide berxwedana birûmet a dayikên me. Divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere."    * Der barê 13 parêzerên OHD'î de ku li ber Edliyeya Mêrsînê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar xistin lêpirsîneke nû hat destpêkirin. Ji parêzeran Hoşyar Sariyildiz, diyar kir ku dozgerî "peywira xwe bi xirabî" kiriye.    * Hat gotin, Şaredarê Şaredariya Rezanê Huseyîn beyoglû ku YSK'ê ew tayîn kir, 140 kesên ku qeyûê Şaredariya Sûrê ew bia wyaekî nelirê girtibûn kar jî di nav de 180 kesên nêzî AKP'ê li şaredariyê bi cih kiriye.    * Îsal ji ber barana zêde berdariya tene 10-15 ji sedî kêm bû. Endamê Desteya Rêvebir a Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Edeneyê (ZMO) Erol Salman, anî ziman ku ji ber vê yekê fiyetê genim heqê lêçûnan dernaxe û ji ber vê cotkar ji çandiniyê dûr dikevin.    * Çekdar Yurek ku di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Tekirdagê de ye, diviya vê bihata berdan lê belê dadgehê dîtina îdareya girtîgehê ya "têkiluya xwe ya bi rêxistinê qut nekiriye" esas girt û ew berneda.    * KESK dê bi şîara "Êdî bese bêtemînatî re, Ewlekariya Kar û Pêşerojek bi Ewle Mafe" li ber Wezareta Xizmetên Xebat û Civakî daxuyanî bide çapemeniyê.  (11.00)   * Dayikên Laçik Spî yên ji bo bibin dengê zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, wê li Parka Koşuyolu ya Amedê, Parka Îsmet Înonu ya Edene, Parka Zarokên Azad a Mêrsînê, Gebze, Bakirkoy, Mêrdîn, avahiya Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, Girtîgeha maltepe û gelek navendên din dê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00/19.00)   * Baroya Amedê bi armanca balê bikişînin ser kuştina Serokê Baroye yê berê Tahir Elçî dê li pêş Edliya Amedê di hefteya 177'an de daxuyanî bide çapemeniyê. (13.30)