Leyla Guven 198 rojin li dijî tecrîdê têdikoşeRojiya mirinê di roja 25'an de didome 2019-05-24 08:38:21 AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye, di roja 198'emîn de didome. Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kiriye jî didome. Rojiya mirinê ya koma yekemîn di roja 25'an de û ya Merwan Memdûh Ozdemîr yê 14’ê Gulanê li Silêmaniyê destpêkiriye jî di roja 11'an de didome Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû, di roja 198'emîn de didomîne. Bi heman armancê li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz di roja 185'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 159'emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16'ê kanûna 2018'an de dest pê kiribû, di roja 160'emîn de didome. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 125'emîn de bi biryardariyek xurt didomîne. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 90 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 85'emîn de berdewam dike.    ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN DIDOME     Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di 30'ê Nîsanê de dest pê kiribûn dewam dike. Navê 15 girtiyên di rojiya mirinê de ne wiha ne: Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Ergîn Akhan, Enver Donmez, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.   KOMA DUYEMÎN A ROJIYA MIRINÊ   Rojiya mirinê ya koma 2'yemîn a 15 girtiyên di 10'ê Gulanê de dest pê kir, dewam dike. Navê 15 girtiyan wiha ne: Li Girtîgeha Kandirayê; Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman. Li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê; Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstefa Taşan. Li Girtîgeha Patnosê; Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak, Şafî Kayhan. Li Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1; Reşad Ozdîl. Li Girtîgeha Tekîrdag Hejmar 2; Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Saît Ozturk.   LI SILÊMANIYÊ ROJIYA MIRINÊ DIDOME    Çalakiya rojiya mirinê ya Merwan Memdûh Ozdemîr yê 14’ê Gulanê li Silêmaniyê destpêkiriye di roja 11'an de bi biryardarî didome. Merwan Memdûh Ozdemîr yekem kese li Kurdistanê  ji dervey girtîgehan dest bi rojiya mirinê kiriye.    BERXWEDANA DERVE DEWAM DIKE    Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 138 roj, Gurbet Ektîren 129, Mahsun Şen 140 û Mûrat Aksin 71 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 138 roj, Hiznî Kilinç li mala xwe ya Serêkaniye 84 roj,  Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 87 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer ên li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên hatin hatin berdan, li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.    GIRTIYAN: EMÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM BIKIN    Piştî parêzeran di 2'ê Gulanê de li Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk anîn û di di 6'ê Gulanê de têkildarî hevdîtinê daxuyanî dan, li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî dabû u diyar kiribû ku AKP û MHP bi armanca berxwedana li dijî tecrîdê bişkîne ev hevdîtin kiriye û heta bi temamî tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe berdewam bikin.    8 ÇALAKGERÊN TECRÎD ŞERMEZAR KIRIN Û JIYANA XWE JI DEST DAN    Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.