Îşkenceya Xalfetiyê li Parlamentoyê Îngilistanê bû rojev 2019-05-23 17:15:43   ENEQERE - Parlamenterê Partiya Karkeran Chrîs Wîllîamson îşkenceya li dijî kesên binçavkirî ya li Xalfetiyê bir rojeve Parlamentoya Îngilistanê.   Îşkenceya li dijî kesên ku li navçeyên Xalfetî û Hewagê yên Rihayê hatibûn binçav kirin, piştî ku di çapemeniya Îngilistanê de cih girt, li Parlamentoya Îniglistanê jî bû rojev. Parlamenterê Partiya Karkeran Chrîs Wîllîamson têkildarî mijarê pêşnûmepirsek da meclisê û axaftineke kir. Wîllîamson ku derbarê pêşnûmepirsa xwe de axivî bang li hikûmeta Îngilistanê kir ku têkiliyên xwe yên bi hikûmeta Erdogan re di ber çavan re derbas bike. Wîllîamson got ku heke ev yek neyê kirin dê hikûmeta Îngilistanê jî bibe hevparê îşkenceya hatiye kirin.    Wîllîamson di berdewama axaftina xwe de got ku divê Îngilistan têkiliyên xwe yên bazarî yên bi Tirkiyeyê re di ber çavan re derbas bike û ji bo parastina mafê mirovên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de cih dijÎn zextan li Tirkiyeyê bike.. Wîllîamson di pêşnûmepirsa xwe de jî ev tişt got: "Divê ji ber îşkenceya bi rêbaza dayîna elektrîkê ya ku li zarokan dike û zextên li muxalefetê divê Tirkiye b3e şermezarkirin.    Wîllîamson piştî axaftina xwe ya li parlamentoyê ji Rojnameya Morning Star ku rojane weşanê dike re jî axivî û diyar kir ku ji ber binpêkirina mafê mirovan a sîstematik divê rêveberiya Erdogan bi tenê bê hiştin. Wîllîamson diyar kir ku hikûmeta Îngilisanê li şûna ku rêveberiyên otorîter rexne bike xwe nêzî hikûmeta Erdogan dike û xwest ku firotina çekan ji Tirkiyeyê re ku ji bo kurdan dibin amûrên zextê bê rawestandin.