Tabeleya Dersimê Bahçelî aciz kir 2019-05-23 16:02:50 ENQERE - Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî xwest mudaxaleyî biryara rakirina navê Tuncelî ya Şaredariya Dersimê bê kirin.  Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî têkildarî biryara Şaredariya Dersimê ya guhertina navê "Şaredariya Tûnceliyê" daxuyaniyeke nivîskî da. Bahçelî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser biryara meclisa şaredariyê û ev gef li şaredariyê xwar: "Em biryara guhertina navê Tûnceliyê ya tabeleyên şaredariyê ya bi navê Dersimê nas nakin, di bin pêyê me de ye û divê çi pêwîst dike bê kirin. Bajarekî bi navê Dersim li Tirkiyeyê tuneye û wê çênebe jî. Divê kes ji deng û piştgiriya ku girtiye bawer nebe."