Ji rojnameger Demîr re ceza hat xwestin 2019-05-23 15:34:46   STENBOL - Di rûniştina yekemîn a doza rojnameger Necla Demîr de dozger mutalaa da û daxwaz kir ku Demîr bê cezakirin.    Rûniştina yekemîn doza ku bi angaşta "Propagandaya rêxistinê" kiriye, li Xwediya Îmtiyazê ya Rojnameya Karinca Necla Demîr hatibû vekirin, li 33'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Rûniştina ku Demîr û parêzerê xwe lê amade bûn, gelek rojnamegeran şopand. Di rûniştina ku bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir de Demîr parastina xwe kir.    LI DIJÎ AZADIYA ÇAPAMENIYÊ YE   Rojnameger Demîr di parastina xwe de ev tişt anî ziman: "Angaştnameya têkildarî nûçeyên Efrînê yên ku di sala 2018'an de di Gazete Karincayê de derketine û derbarê min de hatiye amadekirin, li dijî hiqûq û azadıya çapameniyê ye. Di çarçoveya azadiya fikir û xwe îfadekirinê de nûçe ji bo agahdarkirina raya giştî hatine çêkirin. Ev angaştname li derveyî sînorên azadiya îfadekirinê ya ku di çarçoveya Makeqanûn û Peymana Mafê Mirova a Ewropayê de hatiye pênasekirinê ye. Tewanên derbarê xwe de qebûl nakim. Di çaroveya rojnamegeriyê de nûçegîhanî hatiye kirin. Ji ber vê sedemê beraata xwe dixwazim."    Parêzerê Demîr Ozcan Kiliç jî ev tişt got: "Di angaştnameyê de tên gotin ku sûc bi rêya çapemeniyê pêk hatiye lê ji bo weşanên dijîtal qada pêkanîna vê yekê tuneye."    DOZGER CEZA XWEST   Piştî parêzer Kiliç dozgerê dadgehê mafê axaftinê girt û mutalaaya xwe têkildarî esasê pêşkêşî dadgehê kir. Dozger angaşt kir ku Demîr sûc kiriye û bi angaşta "Bi awayekî zincîrî propagandaya rêxstrinê" kiriye daxwaz kir ku ceza li Demîr bê birîn. Li ser daxwaza demê ya Demîr û parêzer, heyeta dadgehê rûniştinê taloqî 11'ê tîrmehê kir.