Dayikên li Enqere di çalakiyê de: Em ji zarokên xwe fêrî berxwedanê dibin 2019-05-23 15:28:29 ENEQERE – Dayikên Laçik Spi yên zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe 10 rojin li Enqereyê nobetê digirin. Dayikan îro TMMOB û Şoreşgerên 78’an ziyaret kirin. Li ser navê dayikan Nezahat Teke axivî û wiha got: “20 sal berê dayikek bi tenê nikarîbû teketa hundir û sifreyek raxistaya. Lê îro dayik li her derê li ber xwe didin. Em ji zarokên xwe fêrî berxwedanê dibin."     21 Dayiken Laçik Spî yên 10 roj berê ji bo balê bikişînin ser daxwaza zarokên xweyên li dijî tecrîdê di grevê dene hatin Enqereyê, piştî 5 rojan li Miclîsê çalakiya rûniştinê berdewam kirin; niha li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê çalakiya xwe berdewam dikin. Dayikên ku 5 rojin li avahiya HDP'ê nobetê digirin di nava rojê de hem ziyaretan qebûl dikin û hem jî diçin saziyan ziyaret dikin. Dayikan Îro Yekîtiya Endezyarên Tirkiye (TMMOB) û Şoreşgerên 78’an ziyaret kir. Li TMMOB'ê 2'emîn serokê TMMOB'ê Selçuk Uluata û rêveberan dayik pêşwazî kirin û daxwazên dayikan guhdar kirin. Li ser navê dayikan Nezahat Teke, axivî û wiha got: "Duh parêzer çûn Îmraliyê. Em bi benda bersîvê ne. Ev bersîv ji bo me gelek girîng e. Bi taybetî hêj daxwaza girtiyan a bila tecrîd bi dawî bibe pêk nehatiye. Hêj me agahiyek ku dilê me rehet bike nestendiye.  Ger ku çalakiya grevê bi dawî bibe wê bêtir kar û bar têkve ser milê me. Divê em tev bibin yek. Bi taybetî di milê tenduristiyê de pir girîng e. Dayik hêj li kolanê ji aliyê polîsan ve rastî êrişan tên û polîs dayikan cop dikin. Dayik rastî pêkanînên dijmirovî têin. Em hêj bi hevî ne. Em dipen ku zarokên me bigêjin tenduristiya xwe. "   'EM HEWL DIDIN BI WERE HIN TIŞTAN BIKIN'    Duyemîn Serokê TMMOB'ê Selçuk Uluata jî diyar kir ku ew ji nêzîk ve çalakiyên dayikan dişopînin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de em ji we ne serbixwe ne. Em vê pêvajoyê wekî KESK, TTB û TMMOB bi rêve dibin. Em hewl didin bi were hin tiştan bikin. Em hêvî dikin ku ev pêvajo baştir bibe. "    Dayikan piştre Şaxa Hewldana Şoreşgerên 78’an ziyaret kir. Li vir jî Nezahat Teke, anî ziman ku ev pêvajo wê bi kesên li Zindanan li ber xwe dide çareser bibe û wiha got: "20 sal berî niha dayikek bi tena serê xwe nikaribû sifre danîya. Îro dayik li her derê qadan li ber xwe didin. Em têkoşînê ji zarokên xwe fêr dibin.    Li ser navê Hewldana Şoreşgerên 78’an Huseyin Esenturk jî anî ziman ku dayik li fikrên wan xwedî derketin û wiha got: "Em li gel dayikan in."    Ziyareta Dayikan wê bi ziyareta Komeleya Dêrsimi û Meclîsa Jinên Sosyalist bi dawî bibe.