Di doza TÛAD û OHD'ê de klasor derketin 150'yî 2019-05-23 15:00:03   STENBOL - Rûniştina doza endam û rêveberên TÛAD û OHD'ê ku bi KHK'ê hatin girtin, hat dîtin û dosyayên nû li dozê hatin zêdekirin. Bi zêdekirinan re hejmara klasorên dozê derket 150'yî.    15'emîn rûniştina doza 50 endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TÛAD) û Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) ku bi KHK'ê hatin girtin, li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Rûniştina ku hin parêzerên serbest tên darezandin lê amade bûn, gelek parêzerên OHD'ê tevlî bûn. Gelek parêzerên endamen baroyên Fransayê jî rûniştinê şopandin.    Rûniştinê, bi xwendina heyeta dadgehê ya hin belgeyan dest pê kir. Parêzer Ramazan Demîr û Huseyîn Bogatekîn jî di nav de derbarê hin parêzeran de dosyayên nû li dozê hatin zêdekirin. Piştî vê yekê parêzerên dozê daxwazên xwe anîn ziman. Parêzeran ji bo dosyayên nû li dozê hatin zêdekirin, dem xwestin.Dozgerê rûniştinê jî daxwaz kir ku kêmasiyên dosyayê bên derbaskirin.    Heyeta dadgehê di biryara xwe de dem xwestina parêzeran qebûl kir û rûniştinê taloqî 31'ê cotmehê kir.