'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin' 2019-05-23 14:17:26 EDENE -  Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê yên Edeneyê ku çalakiya xwe ya ji bo piştgiriya çalagerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê domandin, peyema "Heta tecrîd bidome em li qadan bin" dan.   Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê yên Edeneyê, çalakiya xwe ya ji bo piştgiriya çalagerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê di roja 14'an de li Parqa Îsmet Înonî domandin. Malbatan li parqê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî hat parqê û piştgirî da dayikan.  Bi destpêkirina çalakiyê re polisan dora dayikan dorpêç kir. Li gel hewaya germ û vê astengiya polisan jî dayikan bi qasî saetekê çalakiya xwe domand û bal kişand ser hevdîtina parêzeran a ku duh li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan re pêk hat. Dayikan xwest ku ji aliyê dewletê ve bê ragihandin ku tecrîd bi dawî bûye û ev tişt got: "Heta tecrîd bi dawî bibe, em ê li qadan bin."    Dayikan çalakiya xwe bi çepik û dûrişmeya "Bijî berwedana zindanan" bi dawî kirin.