Saziyên Jinan li dijî bersûcên îstîsmara zarokan serlêdana sûc kirin 2019-05-23 14:13:49 RIHAI - Nûnerên saziyên jinan li dijî bersûcê îstîsmarkarên E.A, ya 14 salî çûn Edliyeya Serekaniyê û serlêdana sûc kirin. Nûneren saziyên jinan xwestin bersûcên hatine berdan dîsa bên girtin û bên cezakirin.  Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê zaroka 14 salî E.A., rastî îstîsmara 7 mêrên esnaf hatibû. Piştî bûyer derket holê, ji bersûcên îstîsmarê 6 ji wan di 21'ê Sibatê de hatibûn girtin. Yekî jî fîrar kiribû. Dadgehê 3 meh şûnde ji bersûvên hatin girtin 3 bersûc serbest berdabû. Heyetê di 16'ê Gulanê de bi şertê kontrola edlî 3 bersûc serbest berdabû. Li dijî ve yekê nûnerên saziyên jinan bi herve li Edliyeya Serêkaniyê serlêdana sûc kirin. Nûnerên TJA, Komeleya Jinan a Rosa, Meclîsa Jinan a KESK'ê, Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, Platforma Jinan a Rihayê, Mala Jiyanê ya Rihayê, Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê, Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê, Platforma Jinan a Dicle Amed (DAKP), Şaxa SES'ê ya Rihayê, Şaxa Egîtim Sena Rihayê, Komîsyona Jinan a Baroya Rihaye, Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, Enamên Komîsyona Mafên Astengdaran a Baroya Amedê, çûn Edliyeya Serêkaniyê û li serdozgeriyê serlêdana sûc kirin.    Beriya serlêdana sûc bikin li pêş edliyê daxuyanî dan. Li ser navê nûnerên saziyêan Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Nahide Polat Aslan daxuyanî da. Polat, anî ziman ku ew hatine li vir bibin mudaxilê doza zaroka 14 salî ya rastî îsmîsmara 7 mêrên hatiye û wiha got: "3 mêr li dijî hiqûqê hatin berdan. Em vê yekê şermezar dikin. Ew qas delîl hene, dixwazin E.A, li dijî pivanên li dervê hihûqê bê parastin bihêlin. Daraza Komara Tirkiye carek din Peymana Stenbolê ku îmze avêtiye bin pê îhlal kiriye. Em ê tev bibin hiqûqnasê wê û li pişt wê bin."    Daxuyanî bi çepik û diruşmeyan bi dawî bû.