Dê li Amedê 'Ceribandinên Afrîkaya Başûr' bê axaftin 2019-05-23 13:45:41     AMED - DÎTAM, bi beşdarbûna sermuzakerevanên pêvajoya aştiyê ya Afrîkaya Başûr Mohammed Bhabha û Roelf Meyer civîna "Rola Rêxistinên Civakî ya di înşakirina aştiyê civakî de - ceribandinên Afrîkaya Başûr" li dar dixe.    Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) di 25'ê Gulanê de li Amedê civîna "Rola Rêxistinên Civakî ya di înşakirina aştiyê civakî de - ceribandinên Afrîkaya Başûr" li dar dixe. Sermuzakerevanê Partiya Neteweyî Roelf Meyer û muzakerevanê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) Mohammed Bhabha ku di pêvajoya şer a geherandina aştiyê ya Afrîkaya Başûr de peywirên jiyanî girtin jî dê tevlî civînê bibin. Bhabha û Meyer di civînê de ceribandinên xwe yên pêvajoa aştiyê ya Afrîkaya Başûr pêşkêşî beşdaran bikin.