Ji baroyên herêmê daxuyaniya Xalfetiyê: Kesên îşkence kirin dê hesab bidin darazê 2019-05-23 12:55:02   RIHA - Baroyên herêmê têkildarî îşkenceya li Xalfetiyê daxuyanî da û ev tişt gotin: "Em ê ji bo kesên îşkenceyê kirin hesab bidin darazê, serî li her rêya hiqûqî bidin, bila di vê mijarê de gumanên tu kesî nemînin."   Baroyên Herêmê têkildarî îskenceya ku li kesên piştî şer û pevçûna li taxa Derto ya navçeya Xalfetiyê ya Rihayê hatibûn binçavkirin, hatibû kirin, daxuyaniyeke hevpar da. Di daxujyaniya ku îmzeya baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Îdir, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dersim û Wanê li bin heye de tê ragihandin ku li navçeyên Xalfetî û Hewagê gelek kes hatine binçavkirin û tê angaştkirin ku di pêvajoya binçavkirin û dema binçavkirinê de îskence û memelya xerab li kesên bi guman hatiye kirin.    'MAFÊ PARASTINÊ NAYÊ SÎNORDARKIRIN'   Di  daxuyaniyê de ev tişt tê diyarkirin: "Em weke baroyên ku ji parastina hiqûq û mafên mirovan berpsiryar in bi awayekî vekirî aşkera dikin ku; Di asta her kêliya pêvajoya şopandin û lêpirsînê de mafê parêzer ê ditîna bi bersûc re, di pêvajoya îfade girtin û dayînê de li cem bersûc û daxwaza piştgiriya hiqûqî nikare bê astengkirin, her wiha bêyî wekelatname parêzer dikare li cihekî kes nebihîze her tim bi kesên guman û bersûc re hevdîtin bike û nivîsên di vê mijarê de jî nikarin bên konntrolkirin. Ev maf û mafê parastinê nayê sînordarkirin. Kesên li dijî vê yekê tevdigerin û têkildarî vê yekê ferman didin hêzên ewlehiyê bi awayekî vekirî sûc dikin."   'ÎŞKENCE BÊ CEZA DIMÎNE'   Di berdewama daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku îskence weke rêbazeke lêpirsîn û cezakirinê bûye parçeyekî pêvajoya gelek lêpirsînên hêzên ewlehiyê û ev tişt tê gotin: "Li gel ku yekîneyên rayedar direwînin, derbas dikin û pêwîst nabînin ku lê bi pirsin jî hebûna îşkenceyê bûye gihîştineke bê nîqaş. Li gel ku di bûyera şênber û gelek bûyerên beriya niha de îskence hatiye tespîtkirin jî serlêdanên sûc ên derbarê hêzên ewlehiyê de bê encam mane û derbarê kesên îşkenceyê kirinê tu pêvajoyeke hiqûqî nehatiye destpêkirin. Lî gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye xwe wek aliyekê wê qebûl kiriye, tu kes nikare bê îskencekirin, di memeleyên xerab de bê derbaskirin."    'TÊKOŞÎNA HIQÛQÊ BIDOME'   Di dawiya daxuyaniyê de jî biryariya têkoşîna hiqûqê ya baroyan hat bibîrxistin û ev tişt ragihandin: "Em ê ji bo kesên îşkenceyê kirin hesab bidin darazê, serî li her rêya hiqûqî bidin, bila di vê mijarê de gumanên tu kesî nemînin. Heta ku em serdestbûna hiqûqê ku sedema hebûna me ye li vî welatî nekin meriyetê em êtêkoşîna xwe bidomînin. Armanca meya ji vê daxuyaniyê; Li dijî kesên ku mafê mirovan tune dihesibînin û li dijî hevalên me yên parêzer li derveyî mewzûatê tevdigerinin, parastin û xwedîderketina li hiqûqê ye. Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku pêvajoya lêpirsînê li gorî mafê mirovan û hiqûqê bi dawî bibe."