Xwişka Leyla Guven: Leylê jinek wêrek e 2019-05-23 12:15:14 ENQERE - Xwişka Leyla Guven, Kadin Ot ji gundê Leyla Guven bang li hikûmetê kir û got: “Leya tişta bêje digot. Li hemberî tu kesî serî ne tewand. Biryar da ku heta mirinê li ber xwe bide. Ma heta ku wê biçe?  Êdî bes e”  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû, di roja 197'emîn de didomîne. Xwişka Leyla Guven, Kadin Ot. têkildarî çalakiya Leyla Guven ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Ot, ji gundê Leyla Guven bang li hikûmetê kir û got: “Leya tişta bêje got. Li hemberî tu kesî serî ne tewand. Biryar da ku heta mirinê li ber xwe bide. Ma heta ku wê biçe?  Êdî bes e” Ot, xaniyê ku Guven lê ji dayik bû û mezin bû nîşan da û wiha axivî: “Leyla li vê malê ji dayik bû, Li vê malê mezin bû. Li vî gundî çû dibistanê. Ji bo me pir bi qîmet e. Em pir ji wê hez dikin. Em bi hevre mezin bûn. Em bi hevre diçûn zozanan. Em bi hevre diçûn pêriyê û me pez didot. Guven ji hemû gundiyan pir hez dikir.    Ot, anî ziman ku Leylê pir ji alîkariyê hez dikir û wiha got: "Guven di sala 1992’an de li Konya dest bi xebatên siyasî kirin. Ji wê demê heta niha di nava siyasetê de xebatê dike. Wê demê ji me qut bû. Leylê jinek pir wêrek e. Tu carî gotina xwe neda paş. Her dem gotinên bêje digot. Gotinên xwe bi cih ji dianî. Li hemberî tu kesî serî netewand. "    Ot, da zanîn ku piştî xwişka wê Leyla ketiye grevê tenê carekê çûye ziyareta wê û wiha axivî: "Ez tenê 5 rojan li cem xwişka xwe mam. Leyla hem tev li cenazeyê dayika xwe nebû û hem jî tev li cenazeyê bavê xwe nebû. Bavê min 7 mehan di doşekê de ma. Leylê wê demê 5 salan girtî bû. Cenazeyê bavê min nedît. Dayika min jî 3 salan di doşekê de ma. Leylê dayika min bir cem xwe û salekê li cem wê ma. Dayika min piştre dîsa vegeriya gundê xwe. Dayika min hat gund û Leylê jî hat girtin. Dayika min beyî Leyla bibîne jiyana xwe ji dest da. Dayika min beriya bimire got ‘Min Leylê nedît, nedît û nedît."    ‘BIRYARA HETA BIRINÊ'    Ot, da zanîn ku Leyla her dem bi biryar e û di encamê de mirin jî hebe ger ku biryar da wê pêk bîne. Ot, bilêv kir ku Leyla ji rêya xwe venagere û wiha bi dawî kir: "Pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye. Dayikên ku 20 salin zarokên wan winda û li zarokên xwe digerin hene. Dayik bi salan in zaroken xwe nabinin. Em êdî çareseriyê dixwazin. Em dibêjin êdî bes e. Ma ev we heta kengî here. Bila her kes bên cem hev, hev hembêz bikin. Êdî bes e. Bila êdî mirov jiyana xwe ji dest nedin. Ez bang li hekûmetê dikim. Ji bo min her kes Leyla ye. Ma çavê wan vê yekê nabîne. Ciwan di grevê birçîbûnê de ne. Dayik wekî li ser agir bin. Bila her kes bên cem hev. Em dixwazin êdî daxwazên girtiyan pêk bînin. Bila daxwazên wan pêk bînin. Piştî dest bi grevê berde û rewşa wê baş bibe karê min ê ewil ezê biçim ziyareta wê. Hin caran bi telefonê diaxivim. Ez tenê ji xwarziya xwe Sabiha agahî distînim. Her dem dilê me di devê me de ye. Rewşa wê pir krîtîk e. "   MA / Zemo Aggoz