Rojnamegera jin a nûçe dişopand hat kuştin 2017-11-17 11:32:07 NAVENDA NÛÇEYA - Li herêma El Qaîm a li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê, nûçegihana Rana El Ûceylî ya ku operasyona li dijî DAIŞ'ê dişopand jiyana xwe ji dest da.  Li navçeya Al Qaîm a bi ser bajarê Enbar a Iraqê ve rojnameger Rana El Ûceylî ya ku operasyona artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî dişopand jiyana xwe ji dest da. Kameravan jî birîndar bû. Tê gotin ku Rojnameger El Ûceylî û kameravan pê li mayînê kirine. Iraq yek ji welatên herî xetere ye ji bo rojnamegeran. Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Azadiya Çapemeniyê, li Iraqê di sala 2017'an de 7 rojnameger hatin kuştin, 11 rojnameger jî birîndar bûn.