Welatiyên Amedê: Heke em biaxivin em nizanin dê çi bê serê me 2019-05-23 11:27:02 AMED - Welatiyên Amedê ku ji axaftin û nirxandina mijarên di rojevê de direvin diyar kirin ku di bin tecrîdê de ne û ev tişt gotin: "Heke em biaxivin em nizanin dê çi bê serê me." Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku ji aliyê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi hezaran girtiyan ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ahat destpêkirin didome. Welatiyên Amedê ku me têkildarî vê mijarê mîqrefon dirêjî wan kir, hinekan ji wan diyar kir ku nikarin têkildarî tecrîd û greva birçîbûnê û rojiya mirinê biaxivin û hinekan jî wan jî destnîşan kir ku zexteke zêde heye û wek mînak jî dorpêça li ser Parqa Koşûyolûyê nîşan dan.    'DIBIN DIGIRIN'    Welatiyê bi navê Teyfîk Kabak (75) diyar kir ku tu demê weke niha zext tunebûne û wiha got: "Zext û pêkutî li hêla dewletê ve pêk tên. Kesên ku tên gel bê pirs û lêpirsîn tên binçavkirin. Bêyî pirs û lêpirsînê ma mirova dikare kesan binçav bike? Li cihê vala 3 sal 5 sal ceza li mirovan dibirin. Sedema van zextan jî daxwaza pêşîgirtina zanebûna gel e. Bi meşên ku t^ne lidarxistin gel destnîşan dike ku zextan qebûl nake. Lê ji bo berdewamkirina bêdengiyê meşan asteng dikin." Kabak da zanîn ku heta gel hişyar nebe dê birçî bimîne û bimire. Heke welat aram bibe dê pêwistî bi çalakiyên greva birçîbûnê nemîne."    'EM DIXWAZIN HER TIŞT BI ADALET BE'   Cotkar Mûhammed Dûrû (26) da zanîn ku bi awayekî aşkera xwe îfade bikin û ev tişt got: "Tê gotin ku kurd û tirk birane, lê li ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê qet nayê axaftin. Em daxwaz dikin ku her tişt bi adalet be. Heke em biaxivin em nizanin dê çi bê serê me."   'HEWL DIDIN GEL BITIRSÎNIN'   Umît Biksar (40) bi bîr xistina girtina welatiyê ku ji ber xwendina rojnameyê hatibû girtin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, zextên li ser gel vegot û ev tişt anî ziman: "Bi girtina bariyeran a Parqa Koşûyolûjyê tê xwestin ku çavê gel bê tirsandin." Bîksar di berdewamê de jî got ku tecrîd ne tenê li ser gelê kurd li ser hemû gelên Tirkiyeyê hatiye ferzkirin.    'EM HATINE REWŞEKE NIKARIUN PIRSEK BIKIN'   Welatiyê bi navê Kadri Fidan (55) jî diyar kir ku mirov ji ber lêgerîna heq tên krîmînalîzekirin û wiha got: "Niha em 50 kes li vir kom bibin û bibêjin pirsgşirêk heye, dê 50 panzer bên. Dê bibêjin, 'Vana PKK'î ne, wan bigirin' Mirov êdî newarin derkeve televîzyonekê biaxive. Dipirse dibêje gelo dibe ku em bên girtin. Em ketine rewşeke ku nikarin pirsek jî bikin." Fîdan herî dawî diyar kir ku li Amedê qet ne azad e û xzwest ku tecrîda li ser Ocalan rabe.   MA / Ömer Akın