Wezîr li Wanê 2 keya ji peywirê girtin 2019-05-23 09:41:39   WAN - Keyayê taxa Suphanê Ayhan Komî û keyayê taxa Şabaniyeyê Çetîn Bîlîr ku sala par jî ji ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibûn girtin û qeyûm tayînê şûna hatibû kirin, careke din ji peywirê hatin girtin.      Keyayê taxa Suphanê Ayhan Komî û keyayê taxa Şabaniyeyê Çetîn Bîlîr ên girêdayî navçeya Artemêtan a Wanê ku sdi 15'ê Cotmehê 2018'an de ji ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibûn girtin û qeyûm tayînê şûna wan hatibû kirin, di Hilbijartina 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin hatibûn hilbijartin. Lê Qaymeqamê Artemêtanê Atif Çîçeklî ji bo ku Komî û Bîlîr careke din ji peywirê bên girtin serî li Wezareta Karên Hundir da. Hat ragihandin ku li ser vê serlêdanê Wezareta Karên Hundir Komî û Bîlîr ji peywirê girtiye û vê rewşê ji keyayan re tenê bi awayekî devkî hatiye ragihandin.    Di Hilbijartina 31'ê Adarê de Komî li taxa xwe Suphanê 4 hezar û 300 dengan û Bîlîr jî li taxa xwe Şabaniyeyê 6 hezar dengan girtibûn û li hemberî hevrikên xwe bi ferqeke mezin hatibûn hilbijartin.   Hêjayî bi bîr xistinê ye ku hefteyên borî Qaymeqamê navçeya Licê ya Amedê jî bi heman daxwazî serî li Wezareta Karên Hundir dabû li ser vê serlêdanê Wezareta Karên Hundir keyayên 10 taxan bi hinceta ku derbarê wan de dozên ku hatine vekirin hene ji peywirê girtibû û qeyûm tayînî şûna wan kiribû.