'Gef û zextên polîsan çi dibin bila bibin ez ê tim dakevim qadan' 2019-05-23 09:20:29 MÊRSÎN - Besna Fîdan ku kurê wê Ridvan Fîdan 84 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku zext û zoriyên polîsan çi dibin bila bibin ji bo ew bibin dengê zarokên xwe wê tim li qadan bin.  Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê Ridvan Fîdan, 84 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye.  Fîdan, di sala 2014'an de hatiye girtin û 14 sal û 7 rojan ceza lê hatiye birîn.  Dayika wî Besna Fîdan di 17'ê Gulanê de çû girtîgehê û ew dît. Dayik Fîdan, bilêv kir ku xwîn ji devê girtiyan tê û rewşa wan nebaş e. Fîdan, anî ziman ku kurê wê 17 kîloyan zihîf bûye û hem kurê wê hem jî girtiyên din destnîşan kirine ku heta tecrîd neyê şikandin ew ê dev ji çalakiya xw ebernedin û got: "Divê Birêz Ocalan karibe parêzerên xwe û malbata xwe bibîne. Ez dayik im, naxwazim kes bimire. Em cenazeyên zarokên xwe naxwazin, em dixwazin baş bin û wan hemêz bikin." Fîdan, diyar kir ku ji ber ew ji bo bibe dengê kurê xwe dadikeve qadan emniyetê gazî wê kiriye û îfadeya wê girtine, lê belê zext û gefên polîsan çi dibin bila bibin ji bo bibe dengê kurê xwe û girtiyên din ew ê tim dakeve qadan.