Xizmên windayan êdî wê di bin banê ANYAKAY-DER'ê de li edaletê bigerin 2019-05-23 09:17:46 STENBOL – Komeleya Piştgiriyê ya Ji bo Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), wê roja yekşemê kongreyeya xwe li dar bixe û damezrandina xwe ragihîne. Seroka Damezrîner ê Komeleyê Sûltan Karasû, bilêv kir ku nexasim ew dixwazin dayikên laçikspî yên li ber girtîgehan nobetê digirin li cem wan bin.   Xizmên windayan ên bi destê dewletê hatin windakirin, di sala 2001'ê de Komeleya Piştgiriyê ya Xizmên Windayan ava kiribûn, lê belê di 12'ê Mijdara 2016'an de bi KHK'ê hatibû girtin. Niha jî xizmên windayan Komeleya Piştgiriyê ya Ji bo Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) ava kir.    Komele, wê di 26'ê Gulanê de li HDP'a Bagcilari Kongreya Asayî ya 1'emîn li dar bixe. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî di nav de wê gelek kes tev li kongreyê bibin.    Seroka ANYAKAY-DER’ê Sûltan Karasû, der barê armanca avakirina komeleyê û xebatên wê de axivî.    Karasû, bilêv kir ku wan li ser daxwaza xizmên windayan komele ava kiriye û piştî amadekarina rêziknameyê wan ANYAKAY-DER ava kiriye.    Karasû, bilêv kir ku di kongreya komeleyê de ew li benda her kesî ne û nexasim jî ew dixwazin dayikên laçikspî yên zarokên wan li dijî tecrîda li îmraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne û li ber girtîgehan nobetê digirin tev li kongreyê bibin.    Rêveberê ANYAKAY-DER Hasan Karakoç jî diyar kir ku ew bi her awayî dixwazin alîkariya xizmên windayan bikin û got: "Em ê bi pirsgirêkên maddî û manewî yên malbatên ku di şer de xizmên xwe winda kirine re eleqedar bibin. Her wiha em ê der barê mirovên hatine windakirine de jî agahiyan û belgeyan berhev bikin. Em di warê alîkariya hiqûqî de jî bi her awayî li cem malbatan bin."    'EM DIXWAZIN MALBAT XWEDÎ LI KOMELEYÊ DERKEVIN'    Karakoç, bilêv kir ku malbatên di şer de zarokên wan jiyana xwe ji dest dane endamên xwezayî yên komeleyê ne û got: "Endamên fermî an jî yên nefermî ne girîng in. Tenê bila li cem me bin. Em ê bi hev re bikaribin ji derheqê hemû pirsgirêkan derkevin. Em bi rêveberiyeke xurt, bi beşdarbûyîneke xurt û bi kongreyeke xurt tên." Karakoç, bang li hemû malbatan kir ku xwedî li ANYAKAY-DER'ê derkevin.