Di şerê Bagera Cizîrê de 34 DAIŞ’î hatin kuştin 2017-11-17 10:27:14 DÊREZOR - Operasyona kontrolkirina herêma Dêra Zorê di roja 68’an de bi hemû lez û dijwariya xwe didome. Di pevçûnan de 34 DAIŞ’î hatin kuştin. Operasyona rizgarkirina herêma Dêra Zorê ku ji aliyê Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat destpêkirin di roja 68’an de bi hemû leza xwe didome. Di pevçûnên çend saetên dawî de 34 DAIŞ’î hatin kuştin. Di şerên giran de, baskê yekem ê QSD’ê  4 kîlometroyan pêş ve çû. Li vir di navbera DAIŞ û hezên QSD’ê de şer derket. Di pevçûnên derket de 10 DAIŞ hatin kuştin, motorsikletek û hin cebilxane ketin destên QSD’ê.  Pêşveçûna baskê duyemîn a QSD’ê jî berdewam dike. Li bakurê gundê Diban ku dikeve rojhilatê bajarê Meyadinê jî di navbera hezên QSD û DAIŞ’ê de şer derket. Di vî şerî de jî 24 DAIŞ’î hatin kuştin, wesayîtek a DAIŞ’ê hat îmhakirim û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.