Li Antalyayê welatiyan çalakiya deng li dar xist 2019-05-23 08:39:53 ANTALYA - Li Antalyayê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê welatiyan çalakiya deng derxistinê li dar xistin û vê bangê "Deng bide berxwedana zindanê" li gel kirin.   Li taxa Habîpler a navçeya Kepez a Antalyayê komeke welatî li hev bûn û bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakiya deng derxistin^eli dar xistin. Welatiyan tenekeyan dan destê xwe 3u bi lêdanan tenekeyan re dûrişmeyên mîna "Leyla Guven rûmeta me ye", Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Her wiha welatiyan ji bo çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi van gotinan banga hestiyariyê li gel kirin: "Deng bide berxwedana zindanê. Em her roj saet 22.00'an de deng derxin û li qadan bin, Deng bide bila tecrîd rabe. Deng bide bila girtî bijîn."