Dadgehê kesê 'Serok Apo' parve kir beraat kir 2017-11-17 10:20:25 MANÎSA - 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Manîsayê der barê Atila Sanka yê di meyda civakî de nivîsa “Serok Apo” parve kir û hat girtin, biryara beraatê da.  Dadgehê destnîşan kir ku yek ji mafê herî zêde tê sînorkirin û mudaxalekirin azadiya ramanê ye. Li Tirkiye gelek kes ji ber parvekirinên li ser medya civakî tên binçavkirin û tên girtin. Yek ji kesên ku ji ber parvekirina medya civakî hat girtin jî Atîlla Sanka ye. Sanka dema leşker bû li ser medya civakî ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nivîsa "Serok Apo" parve kir. Sanka di 4'yê Gulana 2017'an de ji ber parvekirinê hat girtin. Dozgerê Komarê yê Manîsayê  bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" der barê wî de doz vekir. Doza Sanka li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Manîsayê hat dîtin. Heyeta dadgehê wekî "Azadiya ramanê" pênase kir û der barê Sanka de biryara beraatê da.    Atilla Sanka dema li Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Urganli ya navçeya Turgutlu ya Manisa leşkeriya bi zorê dikir, li ser medya civakî "Serok Apo" nivîsandibû. Piştî îxhar li wî hat kirin, Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê doz li wî vekir. Sanka, îdia kir ku ji ber Sanka ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gotina “Serok Apo” nivîsandiye û peyva “Her bijî Kurdistan” nivîsandiye “Propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir û di 4'ê Gulana 2017’an de hat girtin.    DADGEH: AZADIYA RAMANÊ MAFÊ HERÎ ZÊDE TÊ SÎNORKIRIN   Sanka di 8'ê Îlonê de derket pêşberî Heyeta 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Manîsayê. Piştî doza Sanka hat dîtin, heyetê der barê Sanka de biryara berdanê da û doz beraat kir. Heyeta dadgehê piştre sedema biryarê parve kir û diyar kir ku li gorî xala 26'emîn ya Mafên Mirovan a Ewropa û xala 10'emîn a Peymana Der barê Parastina Azadiyên Bingehîn de azadiya ramanê hatiye parastin. Heyetê destnîşan kir ku azadiya ramanê “Di çarçoveya tekoşîna bi terorê de herî zêde mafê azadiyê tê sînorkirin û rastî mudaxaleyê tê" Heyetê da zanîn ku di bin navê "Têkoşîna bi terorê re" peymanên navneteweyî tên binpêkirin.    Heyetê di biryara bi sedem de wiha got: “Azadiya ramanê ne tenê ji bo fikrên bê zerar û bê qîmet ku mirov qîmetê nadê ye. Di heman demê de ji bo fikrên civaka demokratîk bi teşe dike ye. Ji bo fikrên xweşbînî, piranî, pir fikirandinê ye. Dîsa ji bo fikrên bêzar dike û dikare cudahiyê pêş bixe ye jî. Dema em van parvekirinan li gorî peymana mafên mirovan û azadiya ramanê li ber çavan bigirin, ev dikeve azadiya ramanê. Ji ber vê yekê biryara beraatê da.    Parêzer Nezahat Paşa, diyar kir ku biryarek mînak e. Paşa, destnîşan kir kubiryarê tescîl kir ku hemû parvekirinên li ser medyaya civaki ku di nava xwe de tundiyê parve nake li gorî peymana mafên mirovan a navneteweyî mafê azadiya ramanê ye.    MA / Ahmet Kanbal