Heşdî Şehbî û DAIŞ'ê şer kirin: 9 kes hatin kuştin 2017-11-17 10:13:16 KERKÛK - Li bakurê Kerkûkê di navbera milîsên tirkmen ê Heşdî Şehbî û DAIŞ’iyan de şer derket û 9 kes hatin kuştin.  Li gorî çavkaniyên ewlekariya asayîşa Iraqê, li bakurê Kerkûkê di navbera tirkmenên Heşdî Şehbî û DAIŞ’iyan de şer derket. Di şer de 4 Heşdî Şehbî û 5 DAIŞ hatin kuştin. Çavkaniyê asayîşê diyar kirin ku hêzeke Heşda Şehbî li mihwera bakur ku ji tirkmenan pêk tê nêzî gundê Dugmatê ku dikeve başûrê Kerkûkê ketin kemîna DAIŞ’ê. Çavkaniyê, diyar kir ku di kemînê de 4 tirkmenên Heşdî Şehbî û 5 DAIŞ’î di şer de hatin kuştin.