Eskeran Velî Encu binçavkirin 2019-05-22 18:53:52   ŞIRNEX - Eskeran li Gundê Roboskî bi ser mala Velî Encu de girtin û Encu binçav kirin.    Eskeran li Gundê Roboskê bi ser mala Velî Encu de girtin û Encu li malê binçav kirin. Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên TSK'ê li Roboskê bombe barandibûn û 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskê yên bazirganî dikirin kuştibûn. Di komkujiyê de ji birayê Velî Encu Serhat Encu û gelek xizmên Velî Encu hatibun kuştin. Eskeran piştî Velî Encu binçav kirin birin qereqola gund. Welatiyan anîn ziman ku nizanin çima Encu binçav kirine û niha li qereqola eskeran tê rawestandin.    Biraye Velî Encu ku di henan demê de parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî hêj girtî tê darizandin.