Dayikên Laçik Spî li Bedlîs, Mêrdîn û Mêrsînê li qadan bûn 2019-05-22 18:21:21   MÊRDÎN/MÊRSÎN/BEDLÎS - Dayikên Laçik Spî yên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene, bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe disa li Mêrdîn, Mêrsîn, Bedlis û Erziromê daketin kolanan û xwestin hikûmet gavên çareseriyê bavêje û tecrîdê bi dawî bikin. Gelek rêxistinên demokratîk jî piştgirî dan dayikan.    Dayikên Laçik Spî bi boneya balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Mêrdîn, Mêrsîn, Bedlîs û Erziromê daketin qadan û bang li hikûmetê kirin ku gavan bavêjin.    MÊRDÎN    Dayik û malbatên girtiyan ên zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi tevlêbûna nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk, li Parka Karayollarî ya Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên ÎHD, OHD, Meclîsa Dayikênk Aştiyê, Odeya Tabîban a Mêrdînê û Platforma Şaxan a KESK'ê beşdarî çalakiyê bûn. Dayik û nûnerên rêxistinên demokratîk li Parka Karayollari ya Navçeya Artuklu kom bûn û bang li hikûmetê u dewletê kir ku hiqûq û zagonên xwe pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Feyzi Adsiz daxuyanî da û xwest hikûmet bi lez gavan bavêje. Adsiz, rapora der barê 104 girtiyên siyasî yên li Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê parve kir û xwest bi lez hikûmet gavan baveje. Adsiz, destnîşan kir ku êdî ji destava 6 giriyan xwîn tê û ev rewşek pir xeternak nişan dide.  Dayikan piştî daxuyaniyê bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndana” berz kirin. Dayikan destnîşan kirin ku heta gav neyên avêtin ewê çalakiya xwe berdewam bikin.   BEDLÎS    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Tetwanê jî  bi heman armancê li avahiya xwe daxuyanî dan. Dayik û rêveberên HDP'ê beşdarî civînê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Tetwanê Burak Ballioglu, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: "Îro tecrîd li her derê didome. Îro ger ku em nikaribin li derve daxuyaniyê bidin û em li hundir daxuyaniyê didin ev tecrîd e. Teqez ev çalakî wê bi ser bikeve."    MÊRSÎN    Li Mêrsînê jî dayikên Laçik Spî û nûnerên rêxistinên Demokratîk, bi heman armancê li Parka Zarokên Azad çalakî li dar xistin. Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, Endam û rêvberên DBP, CHP û HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Dayikan li vir daxwazên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku heta bi temamî tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe û piştevaniya xwe berdewam bikin. Malbat û daik piştre derbasî avahiya HDP'ê ya Mêrsînêbûn.    ERZIROM    Li Erziromê jî rêxistina HDP'ê ya Qereyaziyê bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP'ê yê Qereyaziyê Dinçer Polat, anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazên zagonîn ne u xwest hikûmet li gorî zagonên xwe tev bigere. Polat bang li Wezîrê Dadê jî kir û xwest bi lez dawî li tecrîdê bînin.