Waliyê Riha: Bi şiklê neyê kuştin gule berdane karkeran! 2019-05-22 17:29:10     RIHA - Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, karkerên çandiniyê ku li Pirsûsê polisên tevgera taybet li dolmîşa wan reşandin û birîndar bûbûn, ziyaret kir.    Waliyê Rihayê Abdulhah Erîn, karkerên ku polîsan ew gulebaran kirin ziyaret kir. Erîn, diyar kir ku polisan bi awayekî ku nebe sedema talûkeya jiyanê gule li dolmîşa karkeran a ku derbarê wê de îxbar hebûye reşandine.    Erîn, karkerên çandiniyê ku li Pirsûsê polisên tevgera taybet gule li dolmîşa wan reşandibû û birîndar bûbûn û li Nexweşxaneya Perwerdeyê û Lêkolînê Rihayê tên tedawîkirin, ziyaret kir. Walî Erîn piştî serdanê têkildarî buyerê daxuyanî da û diyar kir ku derbarê bûyerê de lêkolînên edlî û îdarî dane destpêkirin û wiha got: "Derbarê dolmîşê de îxabara ku dê di çalakiyan de bikar bînin hebûye, ji ber ku di nuqteya polisan de dereng rawestiyaye, ajokarê wê ji pêya nebûye û  camên wê bi film girtî bûye, polisan bi awayekî ku nebe sedema talûkeya jiyanê gule li reşandine."    Erîn di berdewamê de destnîşan kir ku di encama gule reşandina polisan de 5 karkerên çandiniye birîndar bûne û ev tişt anî ziman: "Xemrevîna me ew e ku welatiyên me jiyana xwe ji dest nedane. Ji birayên me yên birîndar re derbasî be. Ji bo lêkolînkirin û lêpirsînkirinê bûyer derbasî Serdozgeriya Komarê bûye. Derbarê hêzên ewlehiyê yên ku li dijî welatiyên me ketine nav rewşeke hed derbas kirinê, lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. Çi hewce bike dê be kirin. Ji we hemûyan re derbasî be."