Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan 2019-05-22 16:58:04   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal ên serê sibê çûn Îmraliyê ji Îmraliyê vegeriyan   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal bi boneya bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serê sibê ji Navçeya Gemlikê derbasî Grava Îmraliyê bûn. Parêzeran piştî serî li Serdozgreiya Komarê ya Bursayê dan û serlêdan hat erêkirin, parêzer îro serê sibê çûn Grava Îmraliyê. Parêzer piştî çûn Îmraliye piştî nivro vegeriyan. Parêzerên ku hatin Îskeleya Guzelyali ber bi Stenbolê ve derketin rê.      Parêzer herî dawî di 2'ê Gulanê de çûbûn Îmraliyê û peyama Ocalan anîbûn.