Çalakiya dayikan a li Dîlok û Riha didome 2019-05-22 16:37:25   DÎLOK - Dayikên li Dîlokê bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe, çalakiya nobetê berdewam dikin. Dayikan xwest ziyareta parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bi rêk û pêk berdewam bike û dewlet hiqûqa xwe bîne cih.    Çalakiyên dayikên Laçik Spî yên li kolanan û pêş girtîgehan yên bi armanca tecrid bi dawî bibe û daxwazên girtiyên siyasî bi cih bînin berdewam dikin. Çalakiya Nobetê da dayikan di roja 9’emîn de berdewam kir. Dayikên ku li Rêxistinia HDP'ê ya Şahinbeyê saet di navbera 13.00 û 17.00'an de kom dibin îro jî nobeta xwe berdewam kir. Dayikan li salona ku nobetê lê digirin pankartên "Tecrid sucê mirovahiyê ye" vekirin û wêneyên Leyla Guven û wêneyê Ayten Beçet daliqandin.    Daika girtî Bedri Akin Perişan Akın, anî ziman ku ziyareta parêzeran ew kêfxweş kirine û xwest bi rêk û pêk parêzer biçin dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.  Akin, da zanin ku kurê wê 83 rojin di grevê de ye û xwest hikûmet zagon û hiqûqa xwe pêk bînin. Akin, destnîşan kir ku tecrid bi dawî bibe wê rêya aştî û demokrasiyê jî vebe.    Bi heman armancê dayikên girtiyan li avahiya HDP'ê ya Rihayê jî berdewam dike. Nobeta dayikên li avahiya HDP'ê ya Rihayê di roja 14'emîn de berdewam kir.