Heyeta ÎHD'ê ji bo lêkolînkirina angaştên Îskenceyê li Rihayê ye 2019-05-22 16:18:09   RIHA -  Heyeta ÎHD'ê ji bo vekolandina rewşa kesên ku li Xalfetî û Hewagê hatin binçavkirin û îskencekirin, li Rihayê ye.   Di 18'ê Gulanê de piştî şer û pevçûna li taxa Derto ya navçeya Xalfetiyê, li Xalfetî û Hewagê gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin di bin çavan de di îskenceyên giran re hatin derbaskirin. Heyeta Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ku di nav de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn û Nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulselam Înceoren jî hene, ji bo vekolandina angaştên îskenceyê, hatin Rihayê.    Heyet dê destpêkê bi Baroya Rihayê re hevdîtinek pêk bîne û pişt re jî daxwaz bike ku bi Serdozgerê Koamrê yê Rihayê re hevdîtinê pêk bîne û heke destûr bide dê bi welatiyên li Şaxa TEM'ê ya Rihayê di bin çavan de ne re jî hevdîtin pêk bîne. Piştî şêwirînin xwe yên li bajar dê heyet li Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê çavdêriyên xwe bi civîneke çapameniyê bi raya giştî re parve bike.