Polisan mudaxaleyî dayikan kir û 4 kes binçav kirin 2019-05-22 15:54:41   WAN - Polisan mudaxaleyî Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku xwest li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê pêk bîne kir. Polisan di mudaxaleyê de hevserokê DBP'ê yê bajar Okkeş Kava jî di nav de 4 kesan binçav kirin.     Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê xwest ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku li dijî tecrîda lis er Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin, li parqa ser Kolana Mîllî Egemenlîkê çalakiya rûniştinê pêk bîne. Polisan mudaxaleyî dayikên ku ji bo çalakî pêk bînin derbasî parqê bûn kir û hevserokê DBP'ê yê bajar Okkeş Kava û rêvebirên bajar Seyît Kiliç, Selahattîn Genco û kesekî ku navê wî nehat hînbûn binçav kir. Piştî mudaxaleyê destûr nehat dayîn ku rojnameger dîmenan bikişînin.