Çalakgerê greva birçîbûnê MLKP'î Gerçek: Em ne piştgir kirdeya çalakiyê ne 2019-05-22 15:26:02 AMED - Girtiya MLKP'î Hulya Gerçek ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ew ne piştgir kirdeya çalakiyê ne û wiha got: "Şikandina tecrîdê dê kêrî, karker, cîwan, jin, bawerî û neteweyên bindest bê."    Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi beşdariya bi hezaran girtiyên siyasî hat destpêkirin, didome. Yek ji girtiyên siyasî ku ji bo tecrîda li ser Ocalan ketiye greva birçîbûnê, girtiya MLKP'î Hulya Gerçek e. Gerçek di sala 2012'an de bi hinceta ku rêveberiya MLKP'ê dike hatibû girtin û 18 sal ceza lê hatibû birîn. Gerçek ku 7 sal in girtiye, li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji 1'ê Adarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Gerçek têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ji Ajansa Mezopotamyê (MA) re axivî.    Gerçek diyar kir ku çalakiya wan bi saya têkoşîna jin û dayikan di rojevê de cih digire û wiha got: "Dayikên Laçik Spî ku li ber derê girtîgehan bi laçikên xwe yên spî û çepikan çalakiyan li dar dixin, hem dibin dengê me û hem jî dibin dengê wijdanê civakê. Gerçek destnîşan kir ku hevdîtina parêzeran a piştî salan a bi Ocalan re di encama çalakiya wan de pêk hatiye û ev tişt anî ziman: "Heke bi pêşengiya Leyla Guven maşele nehatina pêxistin, daxwaza wê ji hêla bi hezaran ve nehatina parastin û tecrîd di wijdanê milyonan de nehatine mehkûmkirin dê tu hevdîtin nehatine kirin."   Gerçek di berdewamê de jî anî ziman ku ew weke girtiyên MLKP'î ne piştgir kirdeya çalakiya greva birçîbûnê ne û wiha pê daket: "Em çalakiya xwe ne bi takekesî bi awayekî kolektîf didomînin. Em lêgerînerê heqîqetê ne. Em di baweriyê de ne ku bi şopandina rêya heqîqetê em ê bi ser kevin. Li derve ji destê kî çi tê divê ne sibê, îro bike û têkoşîna dayikan bê mezinkirin. Divê ji serkeftina bi mildana hev bê bawerkirin. Divê qet neyê jibîrkirin ku şikandina tecrîdê dê bi nkêrî, karker, cîwan, jin, bawerî û neteweyên bindest bê. Em dikarin bi hev re bi ser kevin."