Ji bo îskenceya Xalfetiyê bangî civaka navneteweyî kir: Tirkiyeyê rawestînin! 2019-05-22 14:56:04   ENQERE - Rayedarê Sendîkaya Xebatkarên Barkêşiyê ya Îngilistanê (TSSA) Jason Turvey ji bo bûyera îskenceya li Xalfetiyê bi van gotinan, 'Bi qutkirina têkiliyên xwe re Tirkiye ku îskenceyê li waletiyên xwe dike rawestînin. Dawî li îskenceyê bînin!' bangî civaka navneteweyî kir.   Di 18'ê Gulanê de li navçeya Xalfetî ya Rihayê, piştî şer û pevçûnekê, bi ser malan de hatibû girtin, zarok û jin jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin û îskencekirin. Ji qada navneteweyî jî li dijî vê îskenceyê bertek hatin. Berpirsê Xezîneya Sendîkaya Xebatkarên Barkêşiyê ya Îngilistanê (TSSA) Jason Turvey, bi dîmenekê bertek nîşanî îskence û memeleya xerab a li dijî welatiyên di bin çavan de da û ji bo rawestandina îskenceyê bang li raya giştî ya navneteweyî kir.    'TIKIYE KU ÎSKENCEYÊ LI WELATIYÊN XWE DIKE RAWESTÎNIN'   Turvey di peyama xwe de bi van gotinan bertek nîşanî îskenceya li hemberî welatiyên kurd da: " Divê pê re îskence li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê îskence li zarokekî 13 salî dikin. Ez bang li raya giştî ya navneteweyî dikim; Bi qutkirina têkiliyên xwe re Tirkiye ku îskenceyê li waletiyên xwe dike rawestînin. Dawî li îskenceyê bînin!"