Li Semsûrê banga rakirina tecrîdê 2019-05-22 14:33:14 SEMSÛR - Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê bang li hikûmetê kir ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi cih bîne û tecrîdê rake.  Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbarê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, li avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê HDP'ê yê bajar Selîm Ozbek daxuyanî xwend û diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê ketine rêyeke ji negever û xwest ku berî derengî bikeve daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên bersivand.    Ozbek balê kişand ser hestiyariya li hemberî çalakiya greva birçîbûnê û ev tişt got: "Di raya giştî de di asteke bes de hestiyarî tuneye. Divê berî ku mirin çêbibin herkes berpirsyariya xwe bi cih bîne." Ozbek herî dawî bang li hikûmetê kir û xwest ku çtecrîda li ser Rêbarê PKK'ê Abdullah Ocalan rake.    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.