'Em bang li Wezîrê Dadê dikin bi lez zagonên xwe pêk bînin' 2019-05-22 13:48:47   EDENE - Malbatên girtiyan ên Edeneyê bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe li Parka Îsmet Înonu ya Edeneyê çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatan bang li Wezîrê Dadê kir û xwest wezîr li gorî hiquq û zagonê tev bigerin. Malbatan xwest bêyî kes jiyana xwe ji dest bidin tecrîd rabe.   Malbatên ku zarokên wan li dijî terîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, di roja 13'emîn de li Parka Îsmet Înonu ya Edeneyê kom bûn û dengê xwe bilind kirin. Dayik dîsa li parkê kom bûn û çalakiya rûntinê li dar xistin. Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari û gelek nûnerên saziyên jinan û dayik amade bûn. Dayikan bi qasî saetekê di bin dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyanî dan. Dayikan diyar kirin ku çûna parêzeran a ji bo ziyareta Ocalan wan kêfxweş dike û wiha gotin: "Em bang li Wezîrê Dadê dikin ku bi lez zagon û hiqûqa xwe pêk bînin. Em bang dikin bêyî kes jiyana xwe ji dest bidin bila tecrid rabe. Dayik Nejla Kocaman, bang li wezir kir û got: "Bi fermî aşkere bike ku tecrîd bi dawî buye. Çûna parêzeran em kêfxweş kirin. Em hevî dikin ku agahiyên xweş bidin me. Bila kes jiyana xwe ji dest nedin. Em aştiyê dixwazin."    Dayikan çalakiya xwe bi dirûşmeyên “Bijî berwedana zindanan” bi dawî kir."