Dadgeha Makeqanûnê serlêdana Osman Kavala red kir 2019-05-22 13:48:07   ENQERE - Dadgeha Makeqanûnê serlêdana takekesî ya Osman Kavala bi piraniya dengan red kir.    Dadgeha Makeqanûnê serlêdana takekesî ya karsaz Osman Kavala ku di 1'ê Mijdara 2017'an de bi hinceta plankerê çalakiyên Geziyê hatibû girtin û cezayê muebata cezayê giran jê re tê xwestin, bi piraniya dengan red kir.