Çalakgerê greva birçîbûnê Sertkal: Em heta sax bin dê têkoîna xwe bidomînin 2019-05-22 11:47:07 WAN - .Çalakgerê greva birçîbûnê Musa Sertkal ku 82 roj in di greva birçîbûnê de peyamak şand û di peyama xwe de ev tişt got: "Em girtî û hikumxarên ku ji dîroka têkoşîna kesên di çalakiya greva birçîbûnê de can didan û digotin, 'Ji gelê xwe re deyndar'  tên, heta em sax bin di nav 4 dûwaran de bin jî dê têkoşîna xwe bidomînin."    Çalakgerê greva birçîbûnê Mûsa Sertkal ku sala 2004'an hatiye girtin û cezayê muebeta giran lê hatiye birîn û ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Kandirayê ji  bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye, bi navbeykariya malbata xwe peyamek and.    Sertkal di peyama xwe de bal dikişîne ser biryardariya çalakgerên greva birçîbûnê û ev tişt tîne ziman: "Heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, dê çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyên siyasî tê berdewamkirin, bidome. Çawa ku bi greva birçîbûnê ya di 14'ê Tîrmeha 1982'an de zihniyeta faşîst a Esat Oktay Yildiran têk çû; îro jî bi heman rihî dê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikê û çi dibe bila bibe encam muhteşem be. Em girtî û hikumxarên ku ji dîroka têkoşîna kesên di çalakiya greva birçîbûnê de can didan û digotin, 'Ji gelê xwe re deyndar'  tên, heta em sax bin di nav 4 dûwaran de bin jî dê têkoşîna xwe bidomînin   'EM NAXWAZİN MIRINAN BIBÎNIN'   Dayika Sertkal Fatma Sertkal jî têkildarî çalakiya zaroka xwe bang li raya giştî û Meclisê kir û ev tişt got: "Ji bo mirin çênebin divê rojek zûtir di mijara tecrîdê de gav bên avêtin. Kurê min 15 sal in girtî ye û cezayê heta hetayê xwariye. Di sala 2012'an de jî kurê min bi hezaran hevalên xwe re ji bo aştiyê ket greva birçîbûnê. Îro dîsa ji bo aştiyê bi hezaran girtiyên siyasî li zindanan in. Em dixwazin ku aştiyê bê û naxwazin li vî welatî tu kes bimire."