Dibe ku Rojnameger Duzkan derbasî girtîgeha servekirî bibe 2019-05-22 11:29:58   STENBOL - Hekîmtiya Înfazê ya Bakirkoyê, biryara Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya der barê Rojnameger Ayşe Duzkan a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtîye de nirxand û biryara dadgehê rakir. Bi vê biryarê dibe ku Duzkan derbasî girtîgeha servekirî bibe.    Rojnameger Ayşe Duzkan ku bi hinceta tevli Nobeta Gerînendeya Gişti ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat gritin bûye 1 sal û 6 meh ceza birîbû. Ayşe Duzkan piştî ceza lê hat birîn û cezayê wê hat erêkirin di 29'ê Çile de ket Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Duzkan li gorî zagona hejmar 5237 pêvajoya 45 rojan temam kir û di 16'ê Adarê de cezayê wê daket bin salekê. Duzkan ji bo ji prosedura zagonî sûdê bigire xwest derbasî girtîgeha servekirî bibe. Lê Saziya Înfazê ya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di 14'ê Gulanê de biryar da û xwest ku Duzkan beje "Ez ji rêxistinê qut bûme û pîşman bûme" û heta 27'ê Tîrmehê girtî be.    HEYETÊ SERLÊDAN QEBÛL KIR   Duzkan bi rêya parêzerê xwe Ozcan Kiliç li Hekîmtiya Înfazê ya Bakirkoyê îtîraz kir. Hekîm biryar da û biryara rêveberiya girtîgehê red kir û xwest ev biryar bê rakirin. Dadgehê biryar da ku sewqa Duzkan ji bo girtîgeha servekirî bê kirin. Piştî biryara dadgehê divê parêzerê Duzkan ji bo sewqa Duzkan serlêdan bike.