Daxwaza ji bo çayên nebatî zêde bû 2017-11-17 09:06:34 EDENE – Piştî hewa sar bû, daxwaza ji bo çay û berên nebatî zêde bû. Bêhnfiroşan hişyar kir ku divê nebat ji cihên pêbawer bên kirîn.  Li Edeneyê piştî hewa sar bû, ji bo rê li nexweşînan bê girtin welatî tevî çûyîna nexweşxaneyan, berê xwe didin bêhnfiroşan jî. Mirovên bi şewbê dikevin û serma digirin, ji bêhnfiroşan çayên nebatî dikirin. Bêhnfiroş Halîl Degîşmez, diyar kir ku bi hatina zivistanê re karê wan zêde bûye û herî zêde welatî ji bo nexweşînên wek şewbê û sermayê daxwaza berên nebatî dikin.    Degîşmez, diyar kir ku berên nebatî ne derman in, tenê alîlkariya dermanan dikin. Degîşmez got ku ji bo şewb û sermayê çaya tevlîhev a ji beybûnan, zencefîl, darçîn, şîlan, giyagewrik, axlemûr û qurnefîlan tê tercîhkirin. Degîşmez diyar kir ku taybetmendiyeke antîbyotîk a vê tevlîheviyê heye û wiha got: “Muqawemeta wucûd zêde dike. Helbet taybetmendiyeke wan a tedawîker heye. Lê ev ne derman in. Di wesfa dermanan de ne.”    JI HER BÊHNFIROŞÎ BAWER NEKIN    Degîşmez, diyar kir ku ji bo enfeksiyona qirikê û kuxukê ew bi piranî zeferan û zencefîlê ji bo tevlî xernûfê bê kirin pêşniyar dikin. Degîşmez got ku di vê tevlîheviyê de muqawemetiyeke xwezayî heye.    Degîşmez, diyar kir ku di vî warî de divê mirov serî li kesên ehlê vî karî û pisporên vî karî ne bide û wiha got: “Em gelekî bi tiştên wisa re rû bi rû dimînin. Kesên zana û yên ne zana jî vî karî dikin. Divê mirov biçe cihên ewle.”